Endama Çapemeniya YPJ’ê di Berxwedana Serdemê de şehîd bû

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina YPJ’ê ragihand ku Endama Çapemeniya wan Avrîn Mahsûm ku berxwedana şervanan ya li dijî dagirkeriya Tirk li Racoyê dişopand û her wiha hovîtiyên dewleta Tirk li ser gelê Efrînê ji bo raya giştî bi kameraya xwe radigihand, şehîd bûye.YPJ (4)

Navenda Ragihandina YPJ’ê bi daxuyaniyekî ragihand ku Endama Çapemeniya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Avrîn Mehsûm ku Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG-YPJ û QSD’ê ya li dijî hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê dişopand di 27’ê Çileyê de li Racoyê şehîd bû. Daxuyaniya Navenda Ragihandina YPJ’ê wiha ye;

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya komên xwe yên çete ev 11 roj in bê navber êrîşî herêma Efrînê dike. Li hember wê şervanên YPJ-YPJ û gelê Efrînê ji bo rawestandina van êrîşên barbarî destaneyên qehremaniya dîrokî ku ewê cîhan heya ebedî bibîr bîne û zindî bihêle dinivisînin. Ji bo şopandina YPJ (2)rastiya berxwedana serdemê ku li Efrînê pêk tê rojnamevanên azad li kêleka şervanên me şev û roj di çeperên şer de ne û berxwedanê qeyt dikin. Di 27 Çileyê de dema ku komên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker êrîşî navçeya Raco ya Efrînê kirin, şervanên YPJ-YPG û QSD li hember wê bersîva êrîşan dan û gelek nuqteyên ku ketibûn bin kontrola komên terorê de xistin bin kontrola xwede.

Endama ragihandina me ya yekîneyên parastina jin Avrîn Mahsûm dema ku di çeperên pêş ên şer de berxwedana serdemê dişopand, dema ku rastiya wehşeta dagirkeriya Tirk bi rêya ojektîfa kameraya xwe digihand cîhanê gihîşte şehadetê. Tekoşer Avrîn Mahsûm xwedî rihekî bi hêz û şoreşgerî ya rojnamevaneke şer bû. Bêyî dudilî di hemû şerên ku li herêma Efrînê diqewimin de li pişt şervanan bû. Dema dihat xwestin jî weke şervaneke YPJ’ê di çeperan de li ber xwe dida. Dev ji ronîkirina rastiyan berneda. Tevlî hemleya Zıyaret –Rıl Refet –Mınıx-elqamıyê, Şehba û herî dawî cihê xwe di berxwedana serdemê de girt.

Avrîn bi vê lehengiya xwe cardin îsbat kir ku xeta Şehîd Rûmet, Eylûl, Xerîb, Dilîşan, Rizgar û Tolhildan welat de ku hemû li eniyên şer tevî objektîfên xwe şehîd bûn, hîna zindî ye, ewê şervanên me li her cih û di hemû erkên dikevin ser milê wan de di oxira doza gelê xwe de heya dilopa xwîna xwe ya dawî têbikoşin û ber xwe bidin. Li ser navê hemû endamên ragihandin û çapemeniya yekîneya parastina jin em soz didin şehîd Avrîn Mahsûm, Tolhildan Welat û hemû giyan pakên vê şoreşê ku em ê heya dawî li peyî doza wan bin û rastiya ku dixwestin bigihînin raya giştî her ronî bihêlin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …