Şêniyên gundê Bêliye yê girêdayî navçeya Bibilê tevî êrîşên dijwar ên li ser gund, li gel şervanên QSD′ê parastina gund didomînin.
Şêniyên vê gundî bi jin, ciwan û mêr û mezinên xwe, çek ji Hêzên Parastina Civakî wergeritine û şev û bi roj parastina gundê xwe dikin.
Şêniyên gund diyar kirin ku ew li hember balafirên Artêşa Tirk a dagirker radest nabin û gotin ku ew ê heta dilopa dawî ya xwîna gundê xwe biparêzin.