Rojevên rojnameyên erebî ên îro

  BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPj    – Rojnameyên Erebî di nivîsên xwe yên vê sibê de bal kişandin ser redkirina QSDʹê ji daxuyaniyên Rûsiya, aloziya Sûriyê û dozên gendeliyê yên derbarê Erdogan û şerê Mûsilê wekî mijarên sereke girtin dest. Rojnameyan dawîanîna girava birçîbûnê ya girtiyên Filistînî jî wekî mijar anîn ziman.

Rojnameya Reyi El-Eyewim têkildarî daxuyaniyên Rûsiya yên derbarê QSDʹê de sernavê : ʺWezareta Parastinê ya Rûsiya QSDʹê tewanbar dike, Berdevkê vê jî red dikeʺRojnameyê di nivîsa xwe de got ku Wezareta Derve ya Rûsiya roja şemiyê got ku QSDʹê kirdîdoreke bi ewle ji endamên DAIŞʹê re vekiriye da ku ji Reqqa berê xwe bidin Palmêra (Tedmur) a rojhilatê Humsê û wiha dom kir: ʺBerdevkê QSDʹê Mîraîl Telal Silo jî îdayên Rûsiya red kir û got ku mixabin ku Rûsiya jî îro ket xeta pîlangeriyê û dûrî rastiyan îdayên ne rast derabrê QSDʹê de diweşîne. Silo da zanîn ku aliyê başûr ku îda dikin ku QSDʹê kerîdor tê re vekiriye, ji xwe ew alî berê vekiriye û QSDʹê hîn wir ne girtiye û tekez kir ku tu hebûna hêzên QSDʹê li wê herêma behasa wê tê kirine, çênebûye.ʺ

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset têkildarî rewşa Sûriyê sernavê ʺHêzên Rêjîmê li rojhilatê Helebê pêş ve diçin DAIŞʹê li çola Humsê paş dikeveʺ avêt. Rojnameyê got ku hêzên Sûriyê û alîgirên wê ji çekdarên Îranî pêşevçûnek li gundewarên Humsê û Helebê beranberî çeteyên DAIŞʹê bidest xistin. Ev yek piştî ku endamên DAIŞʹê ji qadek berfireh vekişiyan û radestî rêjîmê kir pêk hat.ʺ

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî sernavê ʺBi hevkariya ezmanî ya Rûsiya, hêzên rêjîmê nêzî bargeha dawî ya DAIŞʹê ya li rojhilatê Helebê dibeʺ avêt. Rojnameyê got ku hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên girêdayî wê li derdora bajarê meskene ya 100 kîlometre rojhilatê Helebê ne nêzîk dibe. Bajarê Meskenê bargeha dawî ya çeteyên DAIŞʹê ya rojhilatê Helebê ye.ʺ

Li ser şerê di navbera komên çekddar li Sûriyê rojnameya Reyi El-Yewim sernavê ʺŞerê di navbera DAIŞʹê û Cebhet El-Nsra fireh bû û guhişt Qelembûna rojavaʺ Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku şerê di navbera El-Nusra û DAIŞʹê li li Cerûd Esasl fireh bû derbasî Feîta ya Qelemûna Rojava bû. Rojnameyê got ku hejmara kuştiyên DAIŞʹê li wir gihişt 33 û destnîşan kir ku fermandarên şer jî di nava kuştiyên DAIŞʹê de hene.

Gendeliya Erdgoan

Rojnameyên Ereban careke din gendeliyên derbarê Serokkomarê Tirkiyê Erdgoan û malbata wî ku ketine Rojava wekî mijareke serke girtine dest.Rojnameya El-Ereb El-Lundiniye têkildarî mijarê sernavê ʺGendeliya Erdgoan û malbata wî bi xurtî dikeve rojevêʺ avêt. Rojnameyê got ku careke din mijarên gendeliya Serokkomarê Tirkiyê Erdgoan û malbata wî ku di nava hewldanan de ye ku desthiladariya xwe mezinbike ketiye Rojevê û wiha dom kir: ʺErdogan ji bo desthiladariya xwe fereh bike di nava hewldanan de ye û nahêle kes mijara dewlemeniya malbata wî ya nişkave belav bike. Bi destê ji hesin dê nikaribe pêşiya îdayan û rojevkirina van mijaran bigre.ʺ

Rojaneya El-Ihram têkildaîr mijarê sernavê ʺErdogan bi dizî keştiyeke barkirina petrolê bi 26 milyon Dorar milik kiriyeʺ Rojanemyê got ku rojnameyên Ewropî têkildarî mijarê gotine ku malbata Erdgoan keştiyeke petrolê bardike bi nirxê 26 milyon Ewro girtiye û ev yek bi dizî di riya şirketên ku nînin pêk hatiye û li Malta û Girava Man hatiye qeydkirin.  Hate gotin ku ev keştiya neftê wekî diyarî hatiye girtin.ʺ

Rojnameya El-Zeman têkildarî şerê Mûsilê jî got ku hêzên ÎRaqê êrîşî taxên dawî yên di destê DAIŞʹê de mane, kir.

Rojnameya El-Ereb El-Lundiniye jî têkildarî mijarê sernavê ʺHêzên Îrqaê nêzî girtina bargeha dawî ya DAIŞʹê li Mûsilê bûne. Rojnameyê got ku berpirsyarekeî Îraqê got ku hemeleya dawî ya leşkerî ji bo rizgarkirina taxên dawî yên Îraqê hatiye destpêkirin.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî li ser dawîkirina girava birçîbûnê ya girtiyên filistînî sernavê ʺlihevkirinek dawî li girava birçîbûnê ya 40 rojî tîneʺ avêt. ROjnameyê got ku derdora hezar û 300 girtiyên filstînî dawî li girava birçîbûnê anîn û destnîşan kir ku ev yek piştî itîfaqekê pêk hat.

Rojnameya El-Heyat jî li ser mijarê sernavê ʺFilistînî bi serekftina dilên xwe kêfxweş inʺ avêt.

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

Ji Bo Bîranîna 12 Gulîmorên Alaya Xweser a Şehîd Zîlan

Me sozek dabû rêhevalên xwe yên şehîd, soza me ew bû ku ger derbaskirineke dijminê …