Çeteyên Tirkiyê destdirêjî jina ducanî kirin

HELEB – Çeteyên Silêman Şah ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li herêma Babê bi awayekî hovane destdirêjî jineke ducanî kirin û ew işkence kirin.

Welatiyekî ji herêma Babê ku nexwest navê xwe eşkere bike, da zanîn ku çeteyên Silêman Şah ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker beriya demekê destdirêjî li jina birayî wî kirin.

Heman kes da zanîn ku beriya du salan birayê wî bi xizma xwe ya ji bajarê Minbicê re zewiciye û wiha behsa çîroka destdirêjiya çeteyan kir” beriya 4 mehan, dewriyek çeteyên Silêman Şah ku destek ji Tirkiye digire, di seat 5`an de bi ser mala birayê min de girtin û bê sedem ew birin.”

Piştre çete ji malbatê re dibêjin ku kurê wan bi YPG`ê re dide û distîne, lewma hatiye girtin. Her çiqasî ku malbat dibêje tu têkiliya kurê wan bi aliyê siyasî re tune ye, lê çete guh nadin û kurê wan îşkence dikin.

Herî dawî çete li ser malbata kesê ku girtine ferz dikin ku hevjîna wî radestî wan bikin, heyanî ku kurê wan serbest berdin. Malbat vê yekê redike û çete jî li beramberî 500 hezar L.S. daxwaz dikin.

Welatiyê ji Babê da zanîn ku ji ber rewşa wan a madî lewaze ji çeteyan 3 rojan firset dixwazin heyanî ku pereyên ji wan xwestine, peyde bikin. Malbat mal û mulkên xwe difroşin, ji xizmên xwe deyn dikin û pere didin çete. Çete birayê welatiyê ji Babê ku nexwest navê xwe bide naskirin, berdidin. Ew ji ber işkenceya zêde nikare demeke dirêj ji nivînan veqetê.

Çete dîse berê xwe didin heman malbatê

Hîna demeke dirêj li ser berdana wî welatî derbas nabe, dema ku hevjîn û zarokên wî diçin bazarê çete ji carekê ve guleyan berdidin ezmanan û di nava wê cir û qerbalixê de hevjîna wî zilamî direvînin.

Welatiyê ji Babê di berdewamiya gotinên xwe de wiha got:ʺ Demeke kin li ser buyera revandina jinbira min derbas bû, kalekî hat agahî da me ku wan jineke li nava zeviyên tirî yên bajar dîtine. Me berê xwe da heman ciyî. Çeteyan dest avêtibûn jinbira min. Ew işkence kiribûn û avêtibûn wê erdê. Me ew bi lez rakir nexweşxaneya bajarê Cerablusê. Bijîjkan agahî dan ku wê ji ber işkence û destdirêjiyê zaroka xwe ya 3 mehî wenda kiriye û rewşa wê ya tendurûstiyê gelekî xirabeʺ.

Welatî di dawiya gotinên xwe de bang li Hêzên Şoreşger û rêxistinên mafên mirovan kirin ku wan ji çeteyên Tirkiyê rizgar bikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …