ʹMe bawer ne dikir ji çeteyan rizgar bibinʹ

REQA-  Şervanên QSDʹê di her çar aliyên Reqayê de bi pêş ve diçin. Şervan di pêşketina xwe de sivîlan rizgar dikin û wan dibin cihên bi ewle.  Ji taxa Nezlet Şihade zêdeyî 250 sivîl rizgar kirin.

Şervanên QSDʹê li taxa Nezlet Şihade ya başûrê bajarê Reqayê 250 welatiyên sivîl rizgar kirin.

Çeteyên DAIŞ`ê ev 2 meh in sivîlên Reqa di bajar de wekî mertalên zindî ji bo xwe ji derbeyên şervanan biparêzin bikar tînin. Rê nadin ku welatiyên sivîl ji malên xwe derkevin.  Şervanên QSDʹê ku çete di nava bajar de xistine çemberê rojane sivîlan rizgar dikin. Di nava sivîlên ku ji aliyê şervanan ve têne rizgarkirin welatiyên birîndar jî hene. Welatî yan bi mayînên çeteyan an bi guleyên sekvanên çeteyan birîndar dibin.

Şervanên QSDʹê li taxa Nezlit Şihade 250 sivîl ji çeteyan rizgar kirin.  Di nava welatiyên hatine rizgarkirin de 6 kesên ku bi mayînên çeteyan birîndar bibûn hene. Sivîlên ku şervanan ew birin cihên bi ewle kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku ev 2 meh in çeteyan ew di rewşeke zehmet de xistine çembere.

Sivîlê bi navê Hesen EL-Bîtearî ku ew malbata xwe bi silametî ji çeteyan rizgar bûn ev tişt anî ziman: ʺEv 2 meh in em ji birçîna mirin. Di hemû ziraviyên jiyana me de mudaxele dikirin. hemû jiyana me tiris û xof bû. Dema me ji wan pirs dikir, digotin em mucahid in.ʺ

El- Bîtearî di dawiya axaftina xwe de got ku wan ava qirêj vedixwarin û ji ber vê yekê keça wî nexweş ket û ev tişt anî ziman: ʺŞervanên QSDʹê em rizgar kirin û em gihandin cihên bi ewle. Şervan pir bi hirmet nêzî me dibûn û alîkariya mezin û zarokan dikin. Me bawer ne dikir em şervanên QSDʹê bibînin û ji çeteyan rizgar bibin.ʺ

Sivîlê bi navê Esed El-Cerwatî (80) jî yek ji sivîlên ku şervanan ew rizgar kirine. Esed da zanîn ku wî û zarokên xwe  bi saxlemî gihandin cihê bi ewle û ev tişt anî ziman: ʺ Rewşa sivîlan di Reqa de pir xirabe. Em zehmetiyan jiyan dikin.  Me bawer ne dikir ku em ji çeteyan xilas bibin, ji ber ku me mirin bi çavên xwe dît.ʺ

Şervanê QSD`ê Muhemed Îsmaîl ê di xebatên rizgarkirina sivîlan de amade bû diyar kir ku ew bi rizgarkirina sivîlan kêfxwe bûne ûd ane zanîn ku niha rewşa sivîlên hatine rizgarkirin başe.ʺ

https://www.youtube.com/watch?v=Y0sGHuOMTLc&feature=youtu.be

#Beşê_Ragihandinê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …