Çeteyên artêşa Tirk gundên Şabhayê topbaran dikin

ŞAHBA – Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundên Şahbayê yên rizgarkirî bi çekên giran topbaran dikin.

Nûçegihanên me ji herêma Şahbayê raghandin, ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundên Semoqa, Til Medîq, Til Çîçan, Hirbel û Bendava Şahbayê yên girêdayî herêma Şahbayê, bi çekên giran topbaranan dikin.

Çavkaniyên leşkerî ji nûçegihanên me re raghandin ku heta niha çeteyan 25 topên hawanê avêtin gundê Semoqa. Di encamê de zerar gihîşt mal û zeviyên welatiyan.

Topbaran ta kêliyê amadekirina vê nûçeyê didome.

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …