Şehîdên Pêngava Cenga Mezin (10-16 Puşber 2017)

Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ li

Rojava û Bakurê Suriyê ji bo jiyaneke azad û di navbera pêkhateyên

herêmê de wekheviyeke çêke bi destpêkirina şoreşa Rojava re têkoşîneke

bê hempa dimeşîne. Welatê ku ji her aliyan hatibe perçikandin ji nûve

sererastkirin bi tena serê xwe şoreşek afirandine. Şehîdên şoreşa Rojava

xwediyê herî rast yê vî şoreşa ku hatiye afirandinê ne.

Li roja meya îro jî li bajarê Reqqayê li ser heman armancî têkoşîneke

dijwar tê meşandin. Pêngava dawî ya rizgarkirina Reqqayê de şervanên

azadiyê tax bi tax mal bi mal pêş de diçin. Di navbera 10-16 Puşberê de

pênc şervanên me di pêşketinên pêngavê de erkên xwe yên şoreşgerî ji

heya dawî pêk anîne û di oxira avakirina jiyaneke azad û birûmet de tevlî

karwanên şehîdan bûne. Hevalekî me jî li qada Şedadê encama pêlêkirina

mayinên çeteyên DAIŞ’ê de gihiştiye şehadetê.

Weke YPG û YPJ hemû şehîdên xwe yên leheng bibîrtînin û soza bilindkirina

têkoşînê nû dikin. Serî de malbatên şehîdan û gelên me yên hêja re sersaxiyê dixwazin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Dawud Sofî

Nav û Paşnav: Şadî Mihemed

Navê Dayikê: Şama

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Kisra / 15 Puşber 2017

 

 

Nasnav: Ebû Zuheya

Nav û Paşnav: Ebdulah El Fitem

Navê Dayikê: Wedah

Navê Bav: Hewas

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Cinad û Inad / 14 Puşber 2017

 

 

Nasnav: Heqî Pîr

Nav û Paşnav: Huseyîn Bayram

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Şeyhmus

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 16 Puşber 2017

 

 

Nasnav: Kanîwar Avaşîn

Nav û Paşnav: Mehmet Emîn Oguz

Navê Dayikê: Azîze

Navê Bav: Ibrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 16 Puşber 2017

 

 

Nasnav: Karker Şoreş

Nav û Paşnav: Yusuf Omer

Navê Dayikê: Zubeyda

Navê Bav: Silêman

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 15 Puşber 2017

 

 

Nasnav: Sabir Cudî

Nav û Paşnav: Îsa Xelîl

Navê Dayikê: Newla

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Şam

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 10 Puşber 2017

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …