ʹReva komî ji nava çeteyan zêde dibeʹ

TEBQA – Yek ji kesên ji nav çeteyên DAIŞ`ê veqetiyaye û xwe radestî hêzên QSD`ê kiriye, eşkere kir ku di nava çeteyên DAIŞ`ê de bê muraliyek mezin û tirs pêşketiye û got ku ji ber vê yekê revên bi komî di nav DAIŞ`ê de rû dide û destnîşan kir ku ev yek piştî destpêkirina Hemleya Xezeba Firatê zêde bû ye.

Malbata kesê ji nav komên çete yên DAIŞ`ê veqetiya (E A), piştî ku bi hincetên cûda hatibû xapandin, ji çeteyan veqetiya û xwe radestî şervanênQSDʹê kir.

 

Bi pêşveçûne QSD`ê re hejmarek çete çekên xwe danîn û reviyan

A.X dibêje ku bi pêşveçûna QSD`ê a  bi bajarê Reqqayê ve morala dehan çeteyan şikestiye û ji be vê yekê çekên xwe avêtin û reviyan. Her wiha got ku kesên direvin jî piraniya wan ji kesên bi navê Muhacirînin, ew kesên biyanî ku li kêleka çeteyan şer dikin, wek Sodanî, Şîşanî, Daxistanî, Mexribî, Cezairî û hejmarek pir mezin jî Tirkiyê di nava çeteyên direvin de ne.ʺ

A.X di berdewama axaftina xwe de jî got ku zêdeyî 150 çeteyan ji nexweşxaneyeke bajarê Reqqayê reviyan , hin ji wan birîndarbûn, hin jî li ser nexweşxaneyê çavdêr bûn, yekî jî 30 hezar Dolanên Amerîkî diziya û revî.

A.X diyar kir ku piştî DAIŞ`ê nikarîbû pareyên xwe yên taybet bida meşandin, bi Dolar re eleqedar bû.

Kesên direvîn û dihatin girtin, dihatin serjêkirin

A.X ku nêzî 5 mehan bi çeteyan re bû got ku: ʺBi pêşveçûna hêzên QSD`ê rêjeya çeteyên çekên xwe davêjin û ji nav DAIŞ`ê direvin zêde dibû, hin ji wan di nav sivîlan de xwe xilas dikirin yên dihatin girtin jî yekser dihatin tasfiyekirin, lê kesên sere wan jêdikir taybet Seûdî bûn. piraniya kesên çekên xwe davêtin û direviyan ji regezên Tûnisî û Mexribî bûn, dema QSD`ê ber bi bajarê Reqqayê ve pêşve diçû, pir ditirsîn.ʺ

Piraniya çeteyan ji derveyî Reqqayê ne

A.X destnîşan dike ku piraniya serçeteyên li Reqqayê hebûn û me didîtin ji herêmên Humis û hemayê bûn, rêjeyek ji wan Tirkî bûn û wiha dom kir: ʺLi ba her serçeteyekî amûrên pêwendiyên esmanî û kompyoter hebûn, zanyariyên li tevahî herêmê li cem wan hene, li heman noqteyê kesên xwekuj û erebeyên bombekirî ku ji bo teqînê hatine amadekirin hebûn.ʺ

Şikestinên xwe bi axaftinên li ser rizgarkirna Romayê vedişartin

Ciwanê ku navê bi tîpên E A destpêdike diyar kir ku“ bi pêşveçûna QSD`ê morala tevahî çeteyan şikandin, serçeteyên li wêderê hebûn li ser vekirina Romayê daxivîn.ʺ

Divê her kesê di nav çeteyan de vegere mala xwe

A.X daxwaz ji her ciwanekî di nav çeteyan de çek rakiriye kir ku hişyar be û çekê xwe bavêje û wiha got: ʺMin xwe radestî hêzên QSD`ê kir, QSD`ê bi awayekî baş bi min re eleqedar bûn.ʺ

Kesê bi navê A.X ê ji çeteyên DAIŞ`ê veqetiyaye, diyar kir ku, ew ji aliyê çeteyan ve hat xapandin û ew tevlî xwe kirin û li ser çekên sivik di şikeftên li parêzgeha Hemayê hatine çêkirin hate perwerdekirin. paşê A.X şandin bajarê Dêrezorê, paşê jî pişûyekê digre da malbata xwe ya li Reqqayê bibîne, malbat ji wê derê çûbûn, li dawiyê ew rastî hevalekî xwe tê û dikare xwebigihîne herêmên ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin.

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …