Çeteyên artêşa Tirk gundê Burc Silêman topbaran kirin

EFRÎN – Çeteyên dewlata Tirk a dagirket gundê Burc Silêman ê navçeya Şêrawayê topbaran kirin.

Nûçeginhanên me ji Efrînê, ragihandin ku çeteyetên artêşa Tirk a dagirkir ên li bajaroka Daret Îza yê gundewarên rojavayê Helebê bi cih bûne 5 topên hawanê avêtin gundê Burc Silêman ê navçeya Şêrawa yê girêdayî Efrînê.

Di encama topbaranê de ziyanên madî gihiştin mal û milkên welatiyan.

Li herêmê niha bêdengî serwer e.

 

Check Also

Di Pişt Sînor De Ava Jiyanê Veşartîbû

Bîranîna şehîd Zîn Kobanê Di nava rojê giştî de ez li benda kêliyeke bêdeng û …