Bi sedan ciwanên Dêrazorê tevlî QSD’ê bûn

DÊRAZOR – BI sedan ciwanên Dêrazorê piştî dewreya perwedeyê bi dawî kirin fermî tevlî hêzên QSD’ê bûn.DERZOR-TEVLIBUNA-CIWANAN-NAVA-QSD (2)

Bi sedan ciwanên Dêrazorê bi merasîmeke fermî tevlî hêzên QSD’ê bûn. Tevlîbûna şervanan bi merasîmekê pêk hat. Merasîm li bajaroka Kesra a Dêrazorê bi beşdarbûna Fermandarê QSD’ê yê Herêma Başûr Polat Can, Endamê Têkiliyên QSD’ê Xeyrî Mihemed, Şêxê û Rspiyên Herêmê û endamên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtin leşkerî ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate lidarxistin, destpê kir. Paşê Fermandarê QSD’ê yê herêma Başûr Polat Can axivî û got ku tevlîbûna ciwanên Dêrazorê û gundên wê îro herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê û hemû aliyên ku dixwazin bi çarenûsa gelê herêmê bilîze diparêz in û wiha dom kir: “Tevlîbûna ciwanên herêmê nîşana wê yekê ku hêzên QSD’ê cihê baweriya gelê herêmê ye. Ji herêmên rizgarkirî zêdeyî 700 ciwan tevlî QSD’ê bûne û niha wê di parastina herêmên xwe de cih bigirin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê parstina herêmê bikin.”

Paşê yek ji şêxên eşîra El-Niêm Şêx Hemed El-Şiyûx axivî û got Hêzên QSD’ê nûnertiya hemû gelê heêrmê dike û axivî: ” Şervanên QSD’ê ji hemû pêkhateyane, hêzên QSQ’ê nûnertiya hemû beşên civakê dike. QSD’ê aramî û ewlekarî anî herêmên me, ew hêzên azadî û aştiyê ne, ji bo azadî û rizgarkirina gelê me hatine herêmê.”DERZOR-TEVLIBUNA-CIWANAN-NAVA-QSD (3)

Li ser navê Eşîreya Begara jî Şêx Mihemed El-Esed axivî û got ku bi saya berxwedan û tekoşîna şervanên QSD’ê aramî û ewlekarî li herêmê pêk hatiye û tevlîbûna ciwanên herêmê ya di nava QSD’ê de girêdana gelê me ya bi QSD’ê re nîşan dide.

Piştî axaftinan bi dawî bûn, stran hate gotin û şervanan xelekên govendê gerandin.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …