‘Ciwanên Dêrazorê peyam dan hemû aliyan’

 

DÊRAZOR- Endamê Fermandariya QSD’ê û Fermandarê herêma Başûr Polat Can diyar kirin ku hemû eşîrên herêma Dêrazorê piştgiriya hêzên wan dikin û got: “Beşdarbûna zêde ya ciwanan di nava hêzên me de nemeyek ji hemû aliyan re ku cihê tu hêzên din li herêmê nîne.

Bi destpêkirina Hemleya Bagera Cizîrê û heta niha hêzên QSD’ê rojane gund û herêmên nû yên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar dikin. Bi rizgarkirina gundan re rojane ciwanên wan herêman tevlî QSD’ê dibin, her wiha eşîre û êlên herêmê jî piştgiriya xwe ya bi hêzên QSD’ê re nîşan didin û dibêjin tekane hêza ku wan ji zulma çeteyan xilas kiriye QSD’ê ye.

Fermandarê QSD’ê yê herêma Başûr Polat Can ji beriya 2 mehan ve zêdeyî 700 ciwanên herê yên ji eşîra Begara û eşîrên din ên bajarokên Cezra, Kesra, Bûmihêmîd û gundên din ên tevlî hêzên wan bûne û wiha dom kir: “Tevlîbûna bi sedan ciwanên herêmê ya nav hêzên QSD’ê peyamek ji hemû aliyan re ye ku baweriya gelê herêmê bi pirojeya Netewa Demokratîk tê. Gelê herêmê bi dilgermî pêşwaziya hêzên me dikin.”

Polat Can di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku baweriya gelê herêmê bi hêzên wan tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Baweriya hemû eşîrên herêmê bi hêzên me tê û mewekî tekaneriya çareseriya ji bo hemû Sûriyê re dibînin. Gelê Dêrazorê bi vê baweriya ku dane me ji hemû hêzên ku dixwazin tevliheviyê ji herêmê derbixin re gotin ku tenê hêzên QSD’ê riya rizgarî û çareseriya wan e û Cihê tu hêzan li herêmê li derveyî QSD’ê nîne. Ev biryara gelê herêmêye.”

Polat Can her wiha destnîşan kir ku gelê herêmê wê di bin banê QSD’ê de herêmên xwe rizgar bikin û wiha got”Ciwanên herêmê bi refan tevlî hêzên me dibin. Wê di bin banê ala me de parstina ewlekariya herêmên xwe bikin. Tevlîbûna ciwanên herêmê ya nava hêzên me misogeriya sereke ya parstina herêmê ye. Wiha em ê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ku dixwazin ewlekariya herêmê binpê bikin, derkevin.

Fermandarê QSD’ê yê herêma Başûr Polat Can di dawiya axaftina xwe jî got ku ciwan herêma Dêrazorê rojane tevlî hêzên wan dibin û wiha got”Hêzên me nûnertiya pêşeroja Sûriya demokratîk û aştiyane dike. Projeya me tekane riya çareseriyê ya hemû Sûriyê ye. Li ser vî esasî em bang li hemû ciwanan û tevahî gelê herêmê dikin ku tevlî hêzên me bibin, ji ber hêzên me tenê mertala parastina ewelariya herêmê ye.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …