Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker îro di saet 03:30`an de, navenda navçeya Mabatayê malên sivîlan bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de, 7 sivîl ji heman malbatê ku ji koçberên Idlibê ne şehîd bûn.
Ekîpên Heyva Sor a Kurd cenazeyên 5 kesan ji binê enqazan derxist û hewldanên derxistina du cenazeyên din jî didome.
Nasnameya cenazeyên 5 kesên ku gihîştin nexweşxanê ev in: Taha El-Xatir 40 salî, Emîne Xatir 40 salî, Zekiye El-Xatir, Silêman El-Xatir 14 salî, Esra El-Xatir. Nasnameya du cenazeyên din ku hîna di binê enqazan de ne nehat naskirin.