Berxwedana herêma serdemê ya herêma Efrînê ku di roja xwe ya heftemîn de berdewam dike. Li gorî navenda çapemeniyê ya QSD’ê, herî dawî li navçeya şera çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê hewl dan di bin sîwana balefir û tankan de derbasî girê Qestel Cindo bibin û di heman demê de ji aliyê çiyayê Baflûnê ve jî êrîş kirin. Şervanên QSD’ê bersivên tund dane êrîşan û di encamê de gelek çete hatin kuştin û yên din jî paşve vekişiyan.
Çeteyan ji aliyekî din ve li aliyê gundê Meranazê êrîş kirin û li vir jî rastî bersiva şervanên QSD’ê hatin û êrîşa wan hat şikandin. Piştî ku çete neçar man paşve vekişin bi dijwarî derdora gund bi tank û topavêjan topbaran kirin.
Li devera Cindirêsê jî piştî ku hewldana pêşvehatina êrîşa çeteyan hate şikandin, navenda Cindirêsê û gelek gundên nêzî sînor rastî topbaraneke dijwar hatin. Topbarana çeteyan ji şevê din heta vê sibê berdewam dikir.
Li navçeya Şêrewa li nêzî gundê Birc Silêman çeteyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê hewldan derbasî gund bibin lê dîsa jî rastî bersiva şervanên QSD’ê hatin û di encamê de neçar man paşve vekişin. Balefirên artêşê jî gundê Basûfanê û gundê Çeqela ya girêdayî navçeya Şiyê bombebaran kirin.
Li devera Reco şervanên QSD’ê du tankên artêşa dagirker li gundên Umera û Kumreşê rûxandin. Piştî wê jî balefirên dagirkeriya Tirkiyeyê gundê Heşargê û girê Kevrî Gir bombebaran kir.