Balafirên Tirk komkujiyeke  din li Efrînê pêk anî, 7 koçberên ji Idlibê şehîd bûn

 EFRÎN – Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker  komkujiyeke din li kantona Efrînê pêk anî. Di encamê de 7 kes ji heman malbatê ku koçberên Idlibê ne şehîd bûn.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker îro di saet 03:30`an de, navenda navçeya Mabatayê  malên sivîlan bombebaran kirin. Piştî bombebaranê, artêşa dagirker navenda navçeyê bi hawanan topbaran kir.

Di encama bombebaranê de, 7 sivîl ji heman malbatê şehîd bûn û cenazeyên wan jî hîna di bin enqazan de ne. Her wiha zerareke mezin jî gihîşt mal û milkên welatiyan.

Li gorî çavkaniyan ,7 kesên ku heman malbatê di komkujiya artêşa dagirker de şehîd bûn, koçberên ji Idlibê ne. Ev koçber ji ber zulma çeteyên Tirk ji Idlibê reviyan û xwe spartina Efrîna bi ewle.

Ekîpên rewşa awarte hewl didin cenazeyên di bin enqazan de derbixin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …