EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker bajarê Efrînê topbaran dike. Di bajar de bi deh hezaran sivîl hene. Metirsî heye ku ji ber topbarana dagirkeriya Tirkiyê komkujî pêk were. #Beşê_Ragihandinê #Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ
Read More »Li Şêxorzê û Sarincekê şer giran e
EFRÎN – Li derdora gundê Şêxorzê yê navçeya Bilbilê û li derdora gundê Sarincekê yê navçeya Şera di navbera şervanên QSD′ê û Arêtşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar rû dide. #Beşê_Ragihandinê #Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ
Read More »Êrîşên bejahî û hawayî yên li ser Cindirêsê hatin şikandin
EFRÎN – Şervanên YPJ û YPG‘ê êrîşên artêşa Tirk ku bi destekdayîna balafirên şer ji 3 aliyan ve pêk haibû bersivandin. Şer li gundên rojavayê navena herêma Cindirêsê didome. Artêşa Tirk û çeteyên wê bi armanca dagirkirinê, ji îro duşemê saetê 11:30‘an ve gundên Hemam, Dêr Belût, Aşkaya Rojava, Hec Eskender, …
Read More »Li derdora gundê Şêxûrzê şer giran e
EFRÎN – Di van kêliyan de, balafireke keşfê ya artêşa Tirk a dagirker li ser navçeya Bilbilê digre. Li derdora gundê Şêxûrzê yê Bilbilê jî şerên giran rû didin. #Beşê_Ragihandinê #Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ
Read More »Berxwedêrên Serdemê bi merasîmeke heybet hatin oxirkirin
EFRÎN – Cenaeyên 18 şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmekî bi heybet li Mezara Şehîd Avesta Xabûr hatin oxirkirin. Bi hezaran gelê herêma Efrînê cenazeyên şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Dilda Tobal, Hisên Nibo, Mihemed Mustefa, Mezlûm Reşo, Osman Nesan, şervanên QSD‘ê Bahoz Cûdî, Mihemed Mamo (Cûdî Qendîl), Basil Xelîl (Mezlûm Heleb), Elî …
Read More »QSD’ê bîlanoçoya 23 rojan a êrîşên Artêşa Tirk li ser Efrînê eşkere kir
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragîhandina QSD’ê bîlançoya êrîşa li ser Efrînê ji roja destpêkê û heta îro anî ziman û got ku di êrîşî de 180 sivîl şehîd bûne, 413 birîndar bûne, her wiha 98 şervanên QSD’ê şehîd bûne. QSD’ê her wiha da zanîn ku 862 kuştiyên dewleta Tirk û çeteyên …
Read More »Asayîşê nasnameya 3 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyê nasnameya 3 endamên Asayîşê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bibûn, eşkere kir. Navenda Raghandinê ya Asayîşê derbarê şehadeta sê endamên Asayîşê li Efrînê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî daxuyaniya Asayîşê, sê endamên wan di 11`ê sibatê de, dema bi erka …
Read More »Ji ber top û balafirên Tirk 7 sivîl birîndar bûn
EFRÎN – Ji ber top û balafirên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Kantona Efrînê de 7 sivîl birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro bi top û balafiran êrîşî herêmên cûda yên Kantona Efrînê kirin. Di encamê de 7 sivîl birîndar bûn. Artêşa …
Read More »YPG`ê dîmenê balafira keşfê ya artêşa Tirk weşand
EFRÎN – Şervanên YPG`ê li gundê Qude ya girêdayî herêma Raco balafireke keşfê ya artêşa Tirk a dagirker ji cûreyaʺBeyreqdarʺxistin xwarê. Navçeya Raghandin û Çepemeniyê ya YPG`ê jî dîmenê balafira ku ketiye xwarê weşand. #Beşê_Ragihandinê #Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ
Read More »Balafirên Tirk sê malên welatiyên Efrînê bi temamî rûxandin
EFRÎN – Di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Berkaşê yê girêdayî navçeya Bilbilê de, sê malên sivîlan bi temamî hatin rûxandin. Nûçegihanên me bi wêne û dîmen rûxandina sê malan belge kirin. #Beşê_Ragihandinê #Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ
Read More »