Êrîşên bejahî û hawayî yên li ser Cindirêsê hatin şikandin

EFRÎN – Şervanên YPJ û YPG‘ê êrîşên artêşa Tirk ku bi destekdayîna balafirên şer  ji 3 aliyan ve pêk haibû bersivandin. Şer li gundên rojavayê navena herêma Cindirêsê didome.

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi armanca dagirkirinê, ji îro duşemê saetê 11:30‘an ve gundên Hemam, Dêr Belût, Aşkaya Rojava, Hec Eskender, Nesriya, Axcelê, Til Baflûr û Mihemediyê hetanî derdora herêma Cidnirêsê bi dijwarî topban kirin. Di heman dema topbaranê de balafirên keşfê û şerê digeriyan da ku herêmê û gundên navborî bombebaran bikin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji kampa Atma ya koçberan êrîşan li dijî gundên rojhilatê herêma Cindirêsê ku 7 km dûrî navenda herêmê dikeve û bi rêbazên cuda sivîlên herêma Cindirêsê ditirsînin.

Li herêma Cindirêsê ji saetên sibehê ve rewşa bê deng bû. Çeteyên artêşa Tirk yên li kampa Atma ya li beramberî gundê Dêr Belût saet di 10:00‘an gule reşandin da ku dest bi êrîşên xwe ji 3 aliyan bike, paşê gundê Dêr Belût, Girê Baflor û Mihemediyê topbaran kir, şervanên YPG û YPJ‘ê bersiva êrîşan da û hewldanên çeteyan ku derbasî herêmê bidin şikandin. Balafirên keşfê piştî saet 11:30‘an li ser navenda herêma Cindirêsê û gundên navborî geriyan, piştre bi du saetan balafirên şer êrîş bombe barandin.

Êrîş hatin şikandin

Şervanên YPJ û YPG‘ê bi rihekî fedayî, moralekî bilind û bi dirûşmeyên serkeftinê bersiva hemû êrîşan dan. Li gorî çavkaniyên leşkerî artêşa Tirk a dagirker derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker dan.

Ne cara yekemîn e ku herêma Cindirêsê rastî êrîşên hawayî tên, li hemberî van êrîşan gel xwe li cihê bi ewle diparêzin. Bi rawestandina topbaranê tevgera çûn û hatinê vedigere.

Şer û pevçûn heta vê kêliyê berdewam e.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …