Berxwedêrên Serdemê bi merasîmeke heybet hatin oxirkirin

EFRÎN – Cenaeyên 18 şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmekî bi heybet li Mezara Şehîd Avesta Xabûr hatin oxirkirin.

Bi hezaran gelê herêma Efrînê cenazeyên şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Dilda Tobal, Hisên Nibo, Mihemed Mustefa, Mezlûm Reşo, Osman Nesan, şervanên QSD‘ê Bahoz Cûdî, Mihemed Mamo (Cûdî Qendîl), Basil Xelîl (Mezlûm Heleb), Elî Hesen (Deştî Demhat), Zekeriya Hiso (Piling Şihba), Şêxmûs Musefa (Rêbaz Meydano), Rênas Sîpan Osman (Şevger Dirbêsiyê), Çekdar Sozdar, Ebdullah (Akif), Şervana YPJ‘ê Berfîn Zîlan, endamên Hêzên Parastina Civakî Mihemed Reşo (Xalo) û Osman Neso û şehîdê sivîl Heyder Seydo bi merasîmekê girseyî li Mezara Şehîd Avesta Xabûr oxir kirin.EFRIN-MERASIMA-SEHIDA-5

Endam û Rêveberên TEV-DEM‘ê, Meclîsa Damezrîner a Federliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, tevlî şandeya ji Başûrê Kurdistanê beşdarî merasîmê oxirkirinê bûn.

Kerwanê oxirkirinê ji pêşiya nexweşxaneya navendê Efrînê ber bi Mezara Şehîd Avesta a li gundê Kefer Şîlê ve bi rê ket. Girse ku alên û sembolên şoşrea Bakurê Sûriyê wêneyên têkoşeran rakiribûn bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Berxwedana Serdemê beriz dikirin.

Li goristanê girseya gel derbestên şehîdan hilgirtin ser milên xwe û li ser dîka merasîmê danîn.

Piştî rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen Berko bal kişand ser berxwedaniya şervanên YPJ, YPG û QSD‘ê ya li hemberî êrîşên artêşa Tirk a digirker û got, “Şervanan derbeyên mezin li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan, ev yek wateya berxwedan û parastina xaka welat diyar dike. Gelê Efrînê şopdarên xeta şehîdan e û wê tola wan rake. Rexmî ku çekên giran hatin bi kar tîne jî, lê yek gav nedikarî derbasî herêmê bibe.”

Bi navê şandeya parlementerên Başûrê Kurdistanê, ji Partiya Komunist Bavê Kerewan axivî û piştgirya gelê Başûrê bi Berxwedana Serdemê re vegot. Bavê Kerewan anî ziman ku Efrînê ji cîhanî re diyar kir ku ew Kurd xwedî maf û îradeyeke bi hêz e, gelê Başûr bi dil û can bi Efrînê re ye, çawa Kobanê bi serket, Efrîn jî wê bi serkeve.

Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mustefa Hesen bal kişand ser hevgirtina gelê û destekdayîna wan bi şervanan û ev wiha pêde çû, “Tu hêz nikare berxwedana Efrînê têk bibe. Serkeftin a gelê Efrînê ye. Her ku şervanên me serkeftinên mezin li hemberî dijmin pêk tînin îsrara gel me jî berxwedanê jî mezin dibe.”

Di merasîmê de her wiha Cîgirê Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Suwar Ehmed Sultan serkeftinên ku bi xwîna şehîdan li Reqa, Minbic û Kobanê pêk hatine destnîşan kir. Sultan got, “Vaya îro em şehîdên din ku xwîna xwe ji bo parastina welat ji terorê dane, oxir dikin. Armanca dijminên ku bi navê Operasyona Şaxê Zeytûnê êrîşî EFrînê dikirin, di buyera diziya mîrşîkan derket holê.”

Ehemd Sultan her wiha got, “Şehîd pêşengê me ne, bi xwîna xwe buhareke nû li Efrînê afirandin û hemû cîhanê re bûne mînak, bi xwîna xwe efsaneyên qehremaniyê di rûpelên dîrokî dinivisînin.

Pişt axaftinan cenazeyên şehîdan di nava dirûşmeyên hatin veşartin.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …