Ji ber top û balafirên Tirk 7 sivîl birîndar bûn

EFRÎN – Ji ber top û balafirên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Kantona Efrînê de 7 sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro bi top û balafiran êrîşî herêmên cûda yên Kantona Efrînê kirin. Di encamê de 7 sivîl birîndar bûn.

Artêşa dagirker kargeheke çêkirina zeyta zeytûnan a li navçeya Mabetayê hedef girtin, di encamê de welatiyên bi navên ″Mihemed Ehmed Casim (20) koçberekî ji Bûkemalê ye, Hisên Mihemed Elo (32) û Demhat Reşîd Elo (21) ji gund Domliya, Celal Ibrahîm Seydo (24) ji gundê Ebdane û Mihemed Ehemd Behrî (47) ji gundê Şêxotkta″ birîndar bûn.

Her wiha di encama topbaranê de li gundê Kefer Nasih ê ji navçeyê  Mabeta welatiyê bi navê Mihemed Selûm Şermox (23), li gundê Hêcka yê navçeya Şiyê jî welatiyê bi navê Hisên Silêman (37) birîndar bûn.

Êrîşa dagirkeriya Tirk li ser gelek herêmên Kantonê didome.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …