Asayîşê nasnameya 3 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyê nasnameya 3 endamên Asayîşê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bibûn, eşkere kir.

Navenda Raghandinê ya Asayîşê derbarê şehadeta sê endamên Asayîşê li Efrînê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniya Asayîşê, sê endamên wan di 11`ê sibatê de, dema bi erka xwe di nava Berxwedana Serdemê ya Efrînê de radibûn û bersiv didan êrîşên artêşaTirk û çeteyên wê li eniya Mabata ya Efrînê şehîd bûn.

Li gorî daxuyaniya Navenad Raghandina Asayîşê nasnameya şehîdan wiha ne: Arif Elîko(41), Hisên Ebdo (40) û Miherim Xelîl (39).

Asayîşê  sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê da.

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …