Çapemaniya rêjîma Tirk têkiliya xwe ya bi Qayîdê re eşkere dike

EFRÎN – Kenala televîzyona TRT ya rêjîma Tirkiyê ya bi zimanê Erebî weşanê dike, wêneyên hin kesên ku navê “Çekdarên Opozisyona Sûriyeyê” li wan dike, dema amadekiriya êrîşên li ser Efrînê dike weşand. Lê di wêneyê de, rastiya têkliyên dewleta Tirk bi Qayîde eskere dibe.EFRIN-REWSA-DAWI

Wêneyên ku di bargeheke leşkerî de hatine kişandin, ala rêxistina Qayîdê xuya ye, lê  nûçeya ku TRT weşandiya dibêje ku ev kes “Çekdarên Opozisyona Sûriyeyê” ne û bi Tirkiyê re amadekiriyên operasyoneke li dijî Efrînê dike. Li gorî nêrîna Tirkiyê tekana Opozisiyona Sûriyeyê Qaîde ye.

Em bi bîr bixin ku beriya hefteyeke dewleta Tirkiyê ragihand ku ew ê bi hevkariya çekdarên Opozisiyona Sûriyeyê (Qaîde) operesyoneke li dijî herêma Efrînê pêk bîne, bi vê armancê hejmareke mezin ji hêza xwe li derdora çiyayê Leylûn û gundn Basûfanê yên navçeya Şêrawa ku piraniya niştecihên wê Êzidîn ne, bi cih kir.

Li gorî çavdêran, dewleta Tirk bi destekdayîna Qayîde dixwaze kêmnetewên li Efrînê tesfiye bike.

Çavkanî  (ANHA)

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …