Artêşa dagirker êrîşên xwe berfireh dike, hêzên şoreşger bersiv dan

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe gihand gundên Zîwan ê girêdayê Şehbayê û Celemê yê herêma Cindirêsê.

Artêşa Tirk dagirker piştî gundên Herbel, Um El-Hoş û Erfadê yên kantona Şehbayê êrîşên xwe berfireh kir û gihand gundên Ziwan ê girêdayî kantona Şehbayê û gundê Celemê  yê girêdayî herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê.

Çavkaniyeke leşerkî ragihand ku hêzên şoreşger berisva êrîşan dan û di encamê de di navbera herdu aliyan de şer derket.

Hate ragihandin ku kuştî û birîndarên arêtşa Tirk a dagirker hene.

Li aliyekî din jî artêşa dagirker û çeteyên wê yên li gundên Idlibê bi cih bûne gundê Celemê yê herêma Cindirêsê ya Efrînê topbaran dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …