Hewldana Artêşa dagirker a derbasî Efrîn bibe hate şikandin

EFRÎN – Şervanên YPJ û YPG‘ê hewldana artêşa Tirk a dagirker ku derbasî kantona Efrînê bibe şikandin. Hate ragihand ku di şerê li gundê Hezwanê de 4 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin.

Çavkaniyekî leşker ji kantona Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker topbarana gundên kantona Efrînê didomîne û dane zanîn ku maşîneyeke leşkerî ya artêşa dagirker hewl da di deriyê li bermaberî gundê Baliya yê navçeya Bilbilê derbasî kantonê bibe, lê ji aliyê şervanan YPG û YPJ‘ê ve hate hedefkirin û artêşa Tirik neçar kirin ku paş de vekişin.

Her wiha çavkaniyeke keşkerî ji herêma Şehbayê ragihand ku di şer di navbera hêzên şoreşger û çeteyên girêdayî artêşa Tirk li gundên Hezwan û Ziwan ên kantona Şebayê 4 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Şer li van gundan hîna berdewam e.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …