Bûyera xeniqandina 5 sivîlan ne li Mûsilê li Reqayê pêk hatibû

REQA – Bûyera xeniqandina 5 sivîlan ku beriya demekê li ser enternêtê hatibû belavkirin û dihat gotin ku li Mûsilê pêk hatibû, derkete holê ku di melevangeha bajarê Reqayê de pêk hatibû.REQQA-HOVETIYA-DAIS (2)

Yek ji rêbazên birîna cezayên çeteyên DAIŞ‘ê li dijî welatiyan xeniqandin e.

Çeteyan ku bi hincetên cûda sivîl ceza dikirin, bi gelek rêbazên cûda cezayên xwe pêk di anîn, ji bilî serjêkirin û şewitandin,  sivîl dixeniqandin jî.

Di 23`ê hizêrana sala derbasbûyî de, di dîmeneke ku çeteyên DAIŞ‘ê li ser malperên xwe belav kiribû de, şêwazek qirêj a kuştina sivîlan ku DAIŞ`ê derheqê sivîlan bi kar di anîn hate diyarkirin. Di wê dîmenê de çeteyan 5 kes xisitibûn sindoqeke ji hesin û kilît kiribû paşê ew di nav avê de xeniqandin. DAIŞ`ê wê demê dabû xuyakirin ku ew kiryar li bajarê Mûsilê ya bakurê Iraqê pêk aniye, lê derket holê ku di melevangeha Beledî ya bajarê Reqayê de pêk hatibû.REQQA-HOVETIYA-DAIS (1)

Çeteyên bi tewana ku têkiliyên her 5 kesan bi Koalîsyona Navdewletî re heye ew xeniqandin.

Şervanê QSD`ê Mihemed Elî El-Celxîq ê ji bajarê Reqayê, eşkere kir ku xeniqandina wan 5 kesan li bajarê Reqayê pêk hat.

Çeteyên DAIŞ‘ê bi Pêngava Rizgarkirina Raqayê re melevangeh mayîn kirin, niha ji aliyê QSD‘ê ve tê paqijkirin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …