Berdevka Bagera Cizîrê: Tu zirar neghîşt zeviyê petrolê yê El-Umer

DÊRAZOR – Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El-Abdullah ragihand ku hêzên wan di encama operasyonekê de zeviya petrolê ya Umer ji çeteyan rizgar kirin û got ku tu ziyan neghîşt zevî.

Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El-Abdullah têkildarî rizgarkiria zeviya petrolê El-Umer daxuyaniyek li ser maplera fermî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.

Daxuyanî Lîlwa Abdullah wiha ye:

“Hêzên me, bi armanca ku derfetê nede çeteyên ku piştî têkçûyîna xwe li herêmên rizgarkirî kiryarên xwe yên xirab pêk bîne, di saetên sibehê de (22‘ê cotmeha 2017‘an) de li dijî noqteyên çeteyan yên li zeviya petrolê ya El-Umer operasyoneke pêk anî. Di encamê de zeviya petrol ji çeteyan hate rizgarkirin û çete ji zevî hatin derxistin bêyî ku zirar bighêje zevî .

Hêzên me, operasyonên xwe yên ji bo derxistina çeteyan ji taxa Mesakin yê li bermaberî zevî didomîne.”

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …