162 şervan tevlî QSD‘ê bûn

GIRÊ SPΠ– Li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb a QSD‘ê 162 şervanên kurd û Ereb ku dewreya perwerdê bi dawî kirin, tevlî refên QSD‘ê bûn.MYRTAIN

Dewreya perwerdeyê ya 13‘an ku navê Şehîd Rûbar Kobanê yê di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû, lê hatiû kirin, 20 rojan berdewam kir.

Bi armanca bi dawîbûna dewreya perwerdeyê merasîmeke hate lidarxisitn.

Merasîm li avahiya akademiya ya li gundê Şabdax bi amadebûna berpirsyarê focan ê girêdayî QSD‘ê Sîdar Kobanê, fermandarên YPG û YPJ‘ê û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîka Girê Spî pêk hat.GIRE-DAIYKIRNA PEROERDI (5)

Piştî tûrana leşkerî, Ji fermandarên QSD‘ê Milîtan Efrîn axivî û got: “Îro dewreyeke din şervanên nû bi dawî dibe. Şervanên dewreya perewrdeyê ya berî wê, erka rizgarkirina bajarê Reqayê girtin ser xwe û erka xwe pêk anîn. Vaya Reqa rizgar bûye. Hûn jî gerke erka parastinê bigirin ser xwe.”

Milîtan Efrîn diyar kir ku bajarê Reqayê bi saya şehîdan ên ku çek li hember çeteyên DAIŞ‘ê hilgirtin, pêk hat.

Piştî axaftina fermandarê QSD‘ê şervanan sûnda şopandina xeta şehîdan û parastina ewlekariya welat xwarin.

Merasîm bi stran û govendan bi dawî bû.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

GIRE-DAIYKIRNA PEROERDI (2)GIRE-DAIYKIRNA PEROERDI (3)GIRE-DAIYKIRNA PEROERDI (4)

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …