YPG`ê nasnameya 11 cangoriyên azadiyê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 11 şehîdên Reqa  û Pêngava Bagera Cizîrê, îlan kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya  11 şervnanên ku di Hemleya Rizgarkirina Reqa û Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, eşkere kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hate weşandin wiha ye:

“Reqa bi temamî hatiye rizgarkirin. Şervanên QSD bi pêşengtiya YPG û YPJ di du rojên dawî de bi rizgarkirina Nexweşxaneya Wetenî, Dewara Neîm û Stadyoma Reqqa nuqteyên dawî yên DAIŞ’ê li navenda Reqqayê paqij kirin. Operasyonên ewlekirina bajar destpê kiriye û piştî encamgirtina wan çalakiyan wê rizgarkirina Reqa bi awayekî fermî werê ragihandin.

Hêzên Sûriya Demokratîk di çend pêngavên dîrokî ji Mijdara 2016’an ve li bakur, başûr, rojava û rojhilatê Reqqayê di xebatekî dijwar de ne. Bêguman ev serkeftin bê şehadet û fedakariyên ku hatine jiyankirin pêkan nedibû. Rizgarkirina Reqa wê weke encamê yekîtiya gelên Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û hemû pêkhateyên Sûriyê di dîrokê de bê nivîsandin.

Li vir em nasnameya 11 hevalên xwe îlan dikin ku di navbera 25’ê Îlon û 14’ê Cotmehê li Reqa û Dêrazorê di encama çalakî û operasyonên rizgariyê gihiştine şehadetê.

Weke YPG, di serî de ji malbata şehîdan, ji hemû gelên xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û bi vê yekê soza xwe nû dikin ku xwedî li ked û mîrasê şehîdên xwe derkevin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Bahoz Êlih

Nav û Paşnav: Bahoz Êlih

Navê Rast: Bilal Akman

Navê Dayîkê: Şekernaz

Navê Bav: Sedat

Cihê ji Dayîkbûnê: Êlih

Cîh û Dîroka Şehadetê: 12-10-2017 Reqa

—————–

Ciwan Qamişlo

Nav û Paşnav: Ciwan Qamişlo

Navê Rast: Mihemed Hemad Silêman

Navê Dayîkê: Şofe

Navê Bav: Hemade

Cihê ji Dayîkbûnê: Qamişlo

Cîh û Dîroka Şehadetê: 14-10-2017 Reqa

——————-

Ciwan Şedadê

Nav û Paşnav: Ciwan Şedadê

Navê Rast: Xidir Ferhan Siltan

Navê Dayîkê: Eyde

Navê Bav: Ferhan

Cihê ji Dayîkbûnê: El-Hefa

Cîh û Dîroka Şehadetê: 08-10-2017 Dêrazorê

—————

Diyar Çilaxa

Nav û Paşnav: Diyar Çilaxa

Navê Rast: Ehmed Eswed El-Hesûd

Navê Dayîkê: Fatime

Navê Bav: Eswed

Cihê ji Dayîkbûnê: Tirbespiyê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 15-10-2017 Dêrazorê

—————-

Esed Şedadê

Nav û Paşnav: Esed Şedadê

Navê Rast: Hemd El-Hesen

Navê Dayîkê: Semîre

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê ji Dayîkbûnê: El-Hine El-Şerqiye

Cîh û Dîroka Şehadetê: 08-10-2017 Dêrazorê

————–

Hecî Mega

Nav û Paşnav: Hecî Mega

Navê Rast: Mihemed El-Hemed

Navê Dayîkê: Cemîle

Navê Bav: Mihemed Elî

Cihê ji Dayîkbûnê: Heleb

Cîh û Dîroka Şehadetê: 11-10-2017 Reqa

————

Ibrahîm

Nav û Paşnav: Ibrahîm

Navê Rast: Ibrahîm El-Casim

Navê Dayîkê: Sead

Navê Bav: Ehmed

Cihê ji Dayîkbûnê: Reqqa Semra

Cîh û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017

—————

Ibrahîm El-Şibilî

Nav û Paşnav: Ibrahîm

Navê Rast: Ibrahîm El-Şibilî

Navê Dayîkê: Xudehmed

Navê Bav: Ebdullah

Cihê ji Dayîkbûnê: Reqa Semra

Cîh û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017 Reqa

———–

Mazlûm Qamişlo

Nav û Paşnav: Mazlûm Qamişlo

Navê Rast: Hemo Abid Şêxo

Navê Dayîkê: Xinse

Navê Bav: Abid

Cihê ji Dayîkbûnê: Qamişlo

Cîh û Dîroka Şehadetê: 14-10-2017 Reqa

————-

Şahîn Şedadê

Nav û Paşnav: Şahîn Şedadê

Navê Rast: Ibrahîm Siltan

Navê Bav: Xelîl

Cihê ji Dayîkbûnê: El-Hine El-Şerqiye

Cîh û Dîroka Şehadetê: 08-10-2017 Dêrazorê

——-

Sîwar Girê Spî

Nav û Paşnav: Sîwar Girê Spî

Navê Rast: Sîwar Xelîl

Navê Dayîkê: Bêrîşan

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê ji Dayîkbûnê: Girê Spî

Cîh û Dîroka Şehadetê: 16-10-2017 Reqa.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …