Bi armanca tolhildanê têkoşîn û berxwedanê didomînin

REQA – Ji bo ku tola herdû birayên xwe rakin, li çeperên şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê berxwedana xwe didomînin.

REQQA-SEHADETA-HERDU-BIRAYEN-ME-SERBILINDIYE-EME-JI-DEWAMBIKIM ‫(1)‬

Herdû şervanên YPG′ê yên bira Cotkar û Berxwedan ji malbata Mihemed Şerîf Hemo a Kurd a ji bajarê Hesekê ne. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, 6 xortên malbatê ″Şerîf, Nûredîn, Zagros, Hisên, Cotkar û Berxwedan″ beşdarî refên berxwedana li hember êrîşên li welat bûn. Her wiha beşdarî operasyonên rizgarkirina Şedadê, Holê, Til Hemîsê, Serêkaniyê, Minbic û Sirînê bûn.

Şerîf û Nûredîn di pêngava 4′emîn a hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn. Niha jî herdû birayên wan Cotkar û Berxwedan riya wan didomînin û li Reqayê di çeperên pêş ên şerê li hember çeteyê DAIŞ′ê de cih girtine, da tola birayên xwe hildin û gelê Reqayê rizgar bikin.

Cotkar da zanîn ku ew serbilinde ku riya şehîdan dişopîne û wiha got: ″Ez tevlî nava refên YPG′ê bûm da tola hemû şehîdan hildim. Em ê heta hinasên dawî li ber xwe bidin û armanca me avakirina jiyaneke hevbeş di navbera gelên herêmê de ye.″

Cotkar anî ziman ku herdû birayên wî di oxira parastina gelê xwe de şehîd bûn û wiha domand: ″Em ê riya birayên xwe bişopînin û di oxira rizgarkirina gelê xwe ji terorê, canê xwee feda bikin.″

Berxwedan jî li gel birayê xwe li ser çeka doçikayê ye, diyar kir ku ev 40 salin gelê herêmê di bin zulma sîstemên desthilatdar de dijîn û wiha got: ″Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, me siyaseta parçebûnê ya ku rêjîma Baas hewl dida di navbera gelên herêmê de belav bike, ji holê rakin. Li şûna wê me neteweya demokratîk ku bi riya wê her kes dikare bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne û çanda xwe biparêze, ava kir.″

Berxwedan destnîşan kir ku ew têkoşîn û berxwedana li dijî komên çete yên ku hewl didin biratiya gelan û aştiya Bakurê Sûriyê derb bikin, didomînin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …