Şervanên YPGʹê bersiva êrîşên çeteyan dan

EFRÎN/ŞEHBA – Çeteyên Fetih El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk li dijî cihên YPG`ê yên li herêma Cindêrisê ya kantona Efrînê êrîş pêk anîn. Di encama bersivdayîna YPGʹê de hin çete hatin kuştin. Di heman demê de  dewleta Tirk navçeyên Şera û Şêrewa topbaran kir.

Nûçegîhanê ANHA`yê li herêmê ragihand ku şevê din çeteyên Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) bi çekên giran êrîşî girên şehîd Barîn û Baz ên li herêma Cindêrsê kirin û YPG`ê bersiv da. Di encama bersivdayînê de hin çete hatin kuştin lê hejmara kuştiyên çeteyan ne hate zanîn.

Li aliyekî din çeteyên artêşa Tirk gundê Basofanê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê bi 4 hawan hedef girt û zirar gîha malên welatiyan.

Li navçeya Şera jî çeteyan gundê Bêlûnê bi 11 hawanan hedef girt û ziyanên madî rû dan.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …