Balafirên artêşa Tirk di du rojan de 17 sivîlên Efrînê qetil kirin

 EFRIN – Hejmara welatiyên sivîl ku di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de li Efrînê şehîd bûne, bi qasî hate zelalkirin 17 şehîd in.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di roja sêyemîn de kantona Efrînê bombebaran dike. Bi qasî hate tesbîtkirin, di encama bombebarana du rojan de 17 sivîl şehîd bûne û 28 sivîlên din jî birîndar bûne. Li gorî bijîşkên nexweşxaneyên Efrînê dibe ku hejmara şehîd û birîndaran pir be.

Di nava sivîlên ku şehîd bûne de, zarok gelek in.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …