Artêşa Tirk ‘tola binketina xwe’ ji sivîlan radike

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker ku li ser destê şervanên QSD’ê derbeyên giran xwariye herêmên sivîlan ên herêma Efrînê bombebaran dike.

Balafirên Artêşa Tirk a dagirker îro saet di 04.00’an de piştî ku derbeyên giran xwar gelek gundên herêma Raco ya Efrînê ku dikevin ser sînor bombebaran kirin.

Di heman çarçoveyê de Artêşa Tirk gundê Eyn Deqna yê kantona Şehba, Merenaz ê navçeya Şera, gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa û gundê Hemam Cindirêsê bombebaran dike.

Li gundên Baliya û Kurdo yên navçeya Bilbilê ya Efrînê ji şevê din heta vê sibehê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Artêşa Tirk de şer derket.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk duh li hemberî dagirkeriya Artêşa Tirk û çeteyên wê operasyoneke leşkerê ragihandibû derbeyên mezin li artêşa dagirker da.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …