EFRÎN – Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Cema yê navçeya Şera bombebaran kir. Ji aliyekî din ve jî şervanên YPG/YPJ`ê hewldana pêşveçûyîna artêşa dagirker û çeteyên wê ber bi gund ve vala derxist.
çavkanêyên ji herêmê raghandin ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Cema bombebaran kir. Her wiha şervanên YPG/YPJ`ê jî hewldana pêşveçûyîna artêşa dagirker û çeteyên wê ber bi gund ve vala derxist. Li derdora gund şer dewam dike.
Ji aliyekî din ve jî artêşa Tirk a dagirker gundê Emara ya navçeya Mabata topbaran kir.