YPG`ê nasnameya  10 şehîdan eşkere kir 

 NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda  Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 10 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 10 şervanên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺPêngava Bagera Cizîrê a bi armanca rizgarkirina Dêrezorê bi pêşengtiya Hêzên Suriya Demokratîk(QSD) û YPG-YPJ hatibû destpêkirin bi dijwarî berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de roja 28’ê Sibatê çeteyên DAIŞ’ê êrişên berfireh li ser xalên hêzên me yên baskê Heqil Tenek kirin. Bi bersivdayîna hêzên me li hember êrişên çeteyan şer û pevçûn bi saetan domkir û êriş bi temamî hatin şikandin. Di şikandina êrişên çeteyan de 10 rêhevalên me bi lehengî berxwe dan û şehîd bûn.

Bi destpêkirina Pêngava Xezeba Firatê a rizgarkirina Reqayê re tevlîbûna ciwanên pêkhateyên Ereb di nav refên YPG roj bi roj zêde bû, roja me ya îro li Dêrezorê gihiştiye lûtkeyê. Îro li Rojava û Bakurê Suriyê li hember dagirkeran û çeteyên wê gelên herêmê yê Kurd, Ereb û pêkhateyên din bi pêşengtiya hêzên me li berxwe dide da ku armanc û xeyalên dijmin têkbibin. Her deh hevalên me jî ku Kurd û Ereb in, li ser heman bîr û baweriyê ji roja destpêkê heya dawiyê tevgeriyan û di her kêliya jiyanê de bûn mînak. Hêviya dagirkeran a jinûve zindîkirin û xurtkirina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê ev 10 rêhevalên me bi lehengî û berxwedaniya xwe hêviyên dijmin valaderxistin û rê nedan ku careke din li herêmê hêzên tarî serwer bibin.

Em weke YPG û YPJ di kesayeta 10 lehengên me yên Dêrezorê tevahî şehîdên me bi rêzdarî bibîrtînin. Em dibêjin serê malbatên şehîdên me û gelê me yê berxwedêr sax be. Em careke din soz didin ku heta xewn û xeyalên şehîdên xwe bicih bînin, em ê têkoşîna xwe heya dawî bidomînin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

1520080973-DIJWAR_EDAD

Nasnav: Dijwar Şedadê

Nav û Paşnav: Leys El Îsa

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Sibat 2018

1520081008-DILR_TIL_HEMS

Nasnav: Dilşêr Til Hemîs

Nav û Paşnav: Ehmed El Hesen

Navê Dayikê: Xemîse

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Sibat 2018

1520081055-KADOS_QAMILO

Nasnav: Kados Qamişlo

Nav û Paşnav: Hanî El Feran

Navê Dayikê: Xalya

Navê Bav: Îmad

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Sibat 2018

1520081103-LEYS_TIL_HEMS

Nasnav: Leys Til Hemîs

Nav û Paşnav: Ezeldîn El Berho

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Sibat 2018

1520081144-MIHEMED_EL_SA

Nasnav: Mihemed

Nav û Paşnav: Mihemed El Îsa

Navê Dayikê: Cewhera

Navê Bav: Hemîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrezor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Sibat 2018

1520081183-QASIM_MERGEDA

Nasnav: Qasim Mergeda

Nav û Paşnav: Hewaş El Ezba

Navê Dayikê: Sebha

Navê Bav: El Hemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 27 Sibat 2018

1520081250-RDUR_QAMILO

Nasnav: Rêdur Qamişlo

Nav û Paşnav: Rebîh Xidir

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Salim

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Sibat 2018

1520081295-SNOR_QAMILO

Nasnav: Sînor Qamişlo

Nav û Paşnav: Silêman Ibrahîm

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Xerîb

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Sibat 2018

 

1520081335-RHAT_TIL_BERAK

Nasnav: Şêrhat Til Berak

Nav û Paşnav: Amir El Selîm

Navê Dayikê: Sebha

Navê Bav: Qasim

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Berak

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Sibat 2018

1520081374-ZAGROS_EDAD

Nasnav: Zagros Şedadê

Nav û Paşnav: Hisên El Rîma

Navê Dayikê: Henûf

Navê Bav: Mexlef

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Sibat 2018

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …