QSD‘ê nasnemeyên 7 şehîdên Berxwedana Serdemê îlan kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihand û Çepemeniyê ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk nasnameyên 7 şehîdên berxwedana Efrînê ragihandin.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) derbarê mijarê de daxuyaniyeke li ser malpera xwe weşand.

Daxuyaniya wiha ye:

“Hêzên Sûriyeyê Demokratîk li hemberê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê yên li ser Efrînê û li gel bêdengiyekê ji aliyê raya giştî ve, berxwedaniyeke bê hempa dimeşîne. Şer û kuştina sivîlan li pêşberî cîhanê dewam dike.

Ji ber ku axa welat giranbuha ye, şervanên QSD‘ê li hember dijminên newêrek efsaneyên qehremaniyê xêz dikin û perwerdeyên girêdayî girêdana bi xakê ve didin. QSD‘ê 7 şehîdên ku bi xwîna xwe ya paqij xaka Efrînê avdan û terorên Tirkiyê şikandin, oxir dikin.

Bi navê QSD‘ê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û soza şopandina xeta wan a jiyaneke bi azad û rûmet, nû dikin.”

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

ARMANC-ŞEREWA

Nasnav: Armanc Şêrawa

Nav û paşnav: Xidiro Şeo

Navê dayikê: Gulê

Navê bav: Osman

Cihê jidayikbûnê: Gundê Mazin- Şêrawa

Cih û dîroka şehadetê: Cindirês – Gundê Hemîlka/ 2‘yê Adara 2018

DILŞER-EFRİN

Nasnav: Dilşêr Efrîn

Nav û paşnav: Şiya Yûsif

Navê dayikê: Helîma

Navê bav: Menan

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Şera-Gundê Ereb Wêran/27‘ê Sibata 2018

HARUN-LELUN-

Nasnav: Harûn Leylûn

Nav û paşnav: Hesen Hisên

Navê dayikê: Nazilê

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Şêrawa

Cih û dîroka şehadetê: Cidirês- Gundê Hemlîka- 28‘ê Sibata 2018

BIROSTE-XEMGİN

Nasnav: Berûsa Xemgîn

Nav û paşnav: Jolya Siko

Navê dayikê: Esûma

Navê bav: Menan

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Şera- Gundê Omera/24‘ê Sibata 2018

EŞREF-AMARA

Nasnav: Eşref Amara

Nav û paşnav: Diya Umer

Navê dayikê: Emîna

Navê bav: Fayiq

Cihê jidayikbûnê: Bilbilê

Cih û dîroka şehadetê: Raco- Gundê Mamela/ Çile 2018

ŞIYAR-AMANOS

Nasnav: Şiyar Emanûs

Nav û paşnav: Avşar Mustefalo

Navê dayikê: Gulê

Navê bav: Şabo

Cih û dîroka şehadetê: Raco- Hecer Etreş/ Çileya 2018

ROJHAT-MASİRO

Nasnav: Rojhat Maysro

Nav û paşnav: Selîm Baran

Navê dayikê: Behiya

Navê bav: Sebirî

Cih û dîroka şehadetê: Şiyê- Îzaa/ Çileya 2018

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …