Bagera Cizîrê: Gundên Igêdat û Tilaba rizgar bûn

 DÊRAZOR– Şervanên QSD’ê gundê Igêdat û Tilaba ji çeteyan rizgar kirin. Di encama şer de 5 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD’ê îro gundên Igêdat rizgar kirin, şervanên Bagera Cizîrê piştî gund rizgar kirin, çun ser çeteyên DAIS’ê yên xwe li gundê Begara yê dikeve 21 Km başurê rojhilatê Dêrazorê, li gundê di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket. Şer didome

Ji baskê din vê jî şervanên QSD’ê îro gundê El Tilaba a dikeve 40 Km bakurê rojhilatê Dêrazorê ji çeteyan rizgar kirin.

Şervanên Bagera Cizîrê piştî ku duh gundê Herka rizgar kirin, gundê El Tilaba dxistin çemberê.  Di navbera şervanan û çeteyan de şer destpê kir û di necmaê de 5 çete hatin kuştin

Di şerê rizgarkirina gundên navborî de şervanekî QSD’ê şehîd bû.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …