Li gundên Begera termê 8 çeteyan hate dîtin

DÊRAZOR–  Şervanên Bagera Cizîrê li gundên Begera opersyon dan destpêkirin. Di opersyonê de termê 8 çeteyan û miqdarek çekên çeteyan hatin dîtin.

Şervanên QSD’ê şevê din gundê Begara yê Dêrazorê di çerçoveya Hemleya Bagera Cizîrê de rizgarkirin, dest bi operasyonê paqijkirinê kirin. Di operasyonê de 8 termên  çete ket destê şervanan QSD. Disa di operasyonê de 1 çeka BKC, 1 qenas, 2 motor, durbunek rojê, 8 kleş, 2 rext, 2 destik, 4 roketa hawanê, 2 rêxte taqameniyê ketin destê şervanan.

Gundê Begara dikeve 21 Km başur-rojhilatê Dêrazorê û şevê din ji aliye şervanên QSD’ê ve hatibû rizgarkirin.

Hemleya Bagera Cizîrê di 9’ê ilonê de bi armanca rizgarkirina bejahiya Dêrazorê hate destpêkirin. Şervanan di encama hemelyê de heta niha gelek gund û navendên stratejîk ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û bi hezaran welatiyên sivîl ji çeteyan rizgar kirine.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …