Bagera Cizîrê: Gundekî din azad bû, zêdetirî 30 çete hatin kuştin

DÊRAZOR – Şervanên QSD`ê li baskê Cezrat gundê Lice ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Her wiha di van kêliyan de ku şerên giran li heman baskî rû didin, ji duh heta niha zêdetirî 30 çete hatin kuştin.

Pêngava Bagera Cizîrê ku 9`ê Îlonê de hatibû destpêkirin, bi pêşketinên şervanên QSD`ê ve didome.

Di vê çarçoveyê de, li baskê Cezrat ê bakurê Dêrazorê, şervanên QSD`ê gundê Lice ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Her wiha di van kêliyan de ku şerên giran li heman baskî rû didin, ji duh heta niha zêdetirî  30 çete hatin kuştin. Cezaneyên 5 çeteyan jî di destê şervanan de ye.

Li başûrê bajaroka Siwerê, baskê Mergedê û baskê Cezrat pêşveçûyîna şervanên QSD`ê dewam dikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …