Li du taxên Reqayê  13 çete hatin kuştin

REQA – Di şerê şeva din ta vê sibehê li bajarê Reqayê 13 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û cenazeyê 5 çeteyan kete destê şervanan.REQA -13 GITA -HATIN -KOSIN ‫(1)‬ ‫‬

Hemleya Rizgarkirina Reqayê di roja 119’emîn de bê navber didome. Ji şeva din ta vê sibehê li taxa Nehda ya aliyê rojava û li taxa Kurdan a aliyê bakurê Reqayê şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû dan. Di şerên li wan taxan de 13 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û cenazeyên 5 çeteyan jî kete destê şervanên QSD’ê.

Her wiha li taxa Nehda şervanan dest danîn li ser 117 cîhazên bêtêl ên çeteyan.

Ji aliyekî din ve, komeke çeteyên ku xwestin bikevin gundê Reqa Semra yê aliyê rojhilat ê Reqayê hatin kuştin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …