Amadekariyên ragihandina yekemîn tabûra jinên Tebqayê tê kirin

TEBQA – Li Tebqayê 33 şervanên jin amadekariyên xwe ya ji bo avakirina yekemîn tabûra jinan dikin.

Bi armanca parastina jinan li seranserî Rojava û Bakurê Sûriyeyê, jin di destpêka şoreşê de bi awayekî aktîf beşdarî hemû xebatên şoreşê bûn. Jinan her wiha di aliyên leşkerî û parastinê de jî xebatên xwe dane meşandin. Piştî ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate damezrandin, bi hezaran jinên ciwan beşdarî nava xebatên YPJ’ê bûn û beşdarî gelek hemleyên rizgarkirinê yên li dijî DAIŞ’ê bûn. Di nava van jinan de jinên herêma Tebqa jî hebûn.

Piştî ku herêma Tebqa ji destên çeteyan hate rizgarkirin, şervanên YPJ’ê yên ji vê herêmê ev demeke hewl didin tabûreke xwe ya xweser ava bikin.KUCERIYN AMAR

Girêdayî mijarê şervana bi navê Hêlîn Reqa ku yek ji şervanên beşdarî nava tabûra jinan bûye wiha got: “Di destpêkê de ez beşdarî nava refên YPJ’ê bûm da ku ez têkoşîna xwe li dijî zihniyeta baviksalariyê bikim û herêmên xwe ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikim. Nemaze jin li ser destên çeteyan trajedî jiyan kirin û bi taybet jinên Êzdî.”

Hêlîn got ku rizgariya fikra jinan têrê dike ku xwe di hemû aliyên jiyanê de rizgar bike û wiha bang li hemû jinên herêmê kir: “Divê jinên herêmê yên hemû pêkhateyan beşdarî nava xwebatên parastinê bibin û parastina civaka xwe bikin.”

Di derbarê heman mijarê de şervana bi nave Koçerîn Amara ku ji bajarê Reqayê koçber bûye, diyar kir ku bi saya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk hatine rizgarkirin û piştî ew hatiye rizgarkirin tavilê beşdarî nava xebatên parastinê bûye û cihê xwe di hemleya şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de girtiye û wiha got: “Armanca min ji beşdarbûna nava YPJ’ê di serî de ew e ku em têkoşîna xwe ya rizgarkirina ji sîstema baviksalariyê pêk bînin. Her wiha da ku em hemû jinên di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne rizgar bikin.”

Koçberîn destnîşan kir ku divê her jinek cihê xwe di nava xebatên parastinê de bigire û azadiya xwe bi destên xwe pêk bîne.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku perwerdeyên pêwîst ên leşkerî ji van şervanan re were bidawî kirin evan şervanên jin dê tabûra xwe ya serbixwe ragihînin û ev dibe tabûra yekemîn a jinan li herêma Tebqayê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …