Bagera Cizîrê: Gundê Elî Şahî hat rizgarkirin

 DÊREZOR – Şervanên QSD′ê gundê Elî Şahî rizgar kirin û êrîşa çeteyan a li ser gundê Tuyemî şikandin.

Şervanên QSD′ê û şervanên Meclisa Leşkerî a Dêrezorê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de pêşveçûna xwe didomin Şervanan îro piştî nîvro gundê Elî Şahî  yê 16 km dikeve rojhilatê bajarê Dêrezorê rizgar kirin. Di encama şerê ku li gund qewimî de 5 çete hat kuştin û erebeyeke doçka hat îmhakirin.

Li aliyekî din jî çeteyên DAIŞ′ê êrîş birin ser noqtayên QSD′ê yên li gundê Tuyemî yê dikeve rojhilatê bajarê Dêrezorê. Şervanên bersiv dan êrîşa çeteyên û di encamê şerekî giran rû da,  13 çete hat kuştin, hawanek hat îmhakirin, hinek cebhaneyên çeteyan hatin desteserkirin û çeteyek jî dil ket destê şervanan.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …