YPG‘ê nasnameyên 4 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihand û Çapemenî ya YPG‘ê nasnameyên 4 şervanên xwe yên di dîrokên 8-9 Mijdarê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne eşkere kir.

Navenda Ragihand û Çapemenî ya YPG‘ê derbarê mijdarê de daxuyaniyeke li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina bakûrê bajarê Dêrezorê bi hemû hêza xwe didome. Şervanên QSDê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezor, bi pêşengtiya YPG û YPJ‘ê pêşdeçûn û destkeftiyên xwe didomînin.

Her roja ku diçe li herêmê qadên di bin kontrola çeteyên DAIŞê de kêm dibe û di qadên teng de tên asê kirin. Li herêmê şer û pevçûnên dijwar û berxwedaniyeke mezin diqewime. Weke encam, di dîrokên 8-9 Mijdarê de li herêmê 4 hevalên me di şer de gihîştin şehadetê.

Em weke YPG û YPJ di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya şopandina rêya wan careke din dubare dikin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Lewend Hesekê

Nav û Paşnav: Lewend Hesekê

Navê Rast: Yûsûf Hisên

Navê Dayîkê: Efra

Navê Bav: Feysel

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 8 Mijdar 2017- Dêrezor

Zagros Hesekê

Nav û Paşnav: Zagros Hesekê

Navê Rast: Elî Xelîl

Navê Dayîkê: Nûra

Navê Bav: Xelef

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 9 Mijdar 2017 – Dêrezor

Metîn Viyan

Nav û Paşnav: Metîn Viyan

Navê Rast: Delîl Mihemed Xelîl

Navê Dayîkê: Fadîle

Navê Bav: Mihemed

Cihê ji Dayîkbûnê: Girbawî

Cîh û Dîroka Şehadetê: 9 Mijdar 2017 – Dêrezor

Rodî Hesekê

Nav û Paşnav: Rodî Hesekê

Navê Rast: Talal Weyis

Navê Dayîkê: Yazê

Navê Bav: Hecî

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 8 Mijdar 2017 – Dêrezor

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …