Xaka goristana Şehîd Memo û Sîdar 3 şehîd hembêz kir

REQA –Şêniyên bajaroka Kerama ya bajarê Reqayê cenazeyê 3 şervanên YPG‘ê yên di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê şehîd bûne li goristana Şehîd Memo û Sîdar bi merasîmekê, oxir kirinREQA-MERASIME-KERAME (1)

Girseya gel cenazeyê şehîd Mihsin El-Abid (Abid Mecrûh), Ehmed Salim (Zîr) û Qasim Cesas (Întîqam) ji navenda  Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekê erebeyan ku bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin ber bi bajarokê Kerame ve ketin rê.

Dema ku kerwan gihîşt goristanê şervanan cenazeyê şehîdan rakirin û ber bi qada goristanê ve meşiyan.

Merasîm bi rêzgrtin destpê kir, lidar xistin, paşê endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz Efrîn axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Ezîz Efrîn anî ziman ku van şehîd canê xwe fedayî rizgarkirina herêmê kirin.

Di berdewamiya merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Qasim El-Ebid jî ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û soza xwedîderketina li xeta wan da.

Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Omer Mihemed nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbata wan kir.

Di dawiya merasîmê de, girse derbestên şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayika spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …