Bagera Cizîrê didome: Gundekî din hat rizgarkirin 

DÊRAZOR – Pêngava Bagera Cizîrê ku bi hemû leza xwe dewam dike, şervanên QSD`ê gundekî din ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û erebeyeke çeteyan hate rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Bagara Cizîrê de ya rizgarkirina bejahiya Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê, şervanên QSD`ê li baskê Mergedê 1 Km ber bi gundê Kebra yê bakur-rojavayê bajaroka Mergedê ve, bi pêşve çûn.

Li baskê Siwerê jî , şervanan gundê Qawiş Limlihê yê  dikeve bakurê bajaroka Siwerê ji çeteyan rizgar kirin. Di encama şerê ku li gund rû dabû, 2 çeteyên  DAIŞ`ê hatin kuştin û cenazeyek  û tevî rextê çeteyekî ketin destê şervanên QSD`ê.

Li baskê Cezrat, çeteyên  DAIŞ`ê xwestin bi erebeyeke teqemeniyê êrîşe noqteyên QSD`ê bikin. Lê beriya ku erebe bighêje armanca xwe ji aliyê şervanan ve hate rûxandin.

Di heman demê de, çeteyên DAIŞ`ê di saet 00:30`an de êrîşe kargeha Konîko ya petrolê kirin. Li ser bersivdayîna şervanên QSD`ê, şerekî dijwar rû da. Di encamê de êrîşa çeteyan hate şikandin û du çeteyên êrîşkar hatin kuştin. Li vir cenazeyekî çeteyan kete destê şervanan.

Ji aliyekî din, şer li gundê El-Sawa ku 24 Km li bakur-rojavayê Dêrazorê dikeve ku duh ketibû çemperê, didome.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …