Hemleya Reqayê ber bi dawî ve diçe, 46 sivîl din hatin rizgarkirin

REQA – Li taxên navenda Reqayê 46 sivîlên din hatin rizgarkirin. Erebeyeke  çeteyan a bombebarkirî  hate rûxandin.

Şer li taxên navenda bajarê Reqayê bê navber didome. Li taxên Nehda, Berîd, Hurriye (azadî), taxa Kurdan û li derdora nexweşxaneya Wetenî, di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar berdewam dikin. Şervan li van taxan bi pêş ve diçin û derbeyên giran li çeteyan dixin.REQA-RIZGARKIRINA-SIVILAN (1)

Çeteyên ku di taxên navborî de tengav bûne, hewl didin bi êrîşan dorpêçê bişkînin, lê êrîşên wan ji aliyê şervanan ve vala derdikevin. Di vê çarçoveyê de, li taxa Nehda çeteyan hewldan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî şervanan bikin. Lê beriya ku wesayît bighêje armanca xwe ji aliyê şervanan ve hate îmhakirin.

Ji aliyekî din ve jî, çeteyên DAIŞ’ê hejmarek sivîl di nava taxên bajar de dîl girtine û weke mertalên zindî bikar tînin. Sivîlên ku hewld didin derkevin, ji aliyê çeteyan ve têne astengkirin. Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên  QSD’ê jî bi operasyonên taybet sivîlên di destên çeteyan de mane rizgar dikin. Di vê çarçoveyê de,  îro jî taxa Nehda 46 sivîlên din ij aliyê tîmên taybet ên QSD`ê  ve hatin rizgarkirin.

Bi giştî, di nava du rojên dawî  de,  176 sivîl hatin rizgarkirin û li herêmên bi ewle hatin bicihkirin.REQA-RIZGARKIRINA-SIVILAN (2)

Her wiha di van şerên dijwar li taxên navborî de 2 şervanên QSD’ê piştî berxwedaniyeke mezin, gihîştin asta şehadetê.

Hêjayî gotinê ye ku duh Berdevka Fermî ya Odeya  Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, diyar kir ku wê di van rojên pêş de mizgîniya rizgarkirina Reqayê bidin gelê Sûriyê.

REQA-RIZGARKIRINA-SIVILAN (3)

 

 

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …