YJŞ: Bi fikirê  Rêbertî hêzên YBŞ-YJŞ`ê hate avakirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê got:” Bi fikirê Rêbertî piştî fermana 73’êmîn ya ku bû sedema kuştina bi hezaran gel û revandina jinên Êzidî, li axa Êzidxanê hêzên parastina cewherî ya YBŞ-YJŞ’ê hat avakirin û çeteyên DAIŞ’ê yên faşist bi berxwedaniyekê bê hempa ji axa pîroz hat derxistin.”

Fermandariya YJŞ`ê bi wesîleya komploya 9`ê Cotmehê ya dijî Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî da û ev komplo şermezar kir.

Daxuyaniya Fermandariya YJŞ`ê wiha ye:

“Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi destê hêzên dagirker bi rê û rêbazên kirêt bi gefên Tirkiye, Rêber APO ji Sûriyê derket û bi komployek dijî mirovahî di 15’ê Sibata 1999’an de hêzên desthilatdar wî radestê dewleta faşîst a Tirkiyê kirin. Di heman demê de gelek caran hêzên desthilatdar û yên dijî fikirê azadiyê ketina nava hewlidanên ku bi fîzîkî Rêber APO tunê bikin. Lê belê her ku hêzên dagirker ketine nav hewlidanên wisa de jî, li hemberî wê hêza gelên azadîxwaz van hewldana vala der xistin. Bi pêşengtiya Rêber APO ev tekoşîna ku gel bi xweliyên xwe ji nû ve avabû, her ku çû di giştî Rojhilata Navîn de belav bû û bû tekoşîna tevahî gelê Rojhilata Navîn û giştî mirovahiyê. Rêbertî tekoşîna xwe bi şeş kesa û bi du peyva ya ‘Kurdistan bindeste’ dest pê kir. Ji ber ku ev tekoşîn her ku çu mezin bû û pêl bi pêl belav bû, dijmin nekarî tehmûl bike û ji bo silteya xwe teqez bigre serî li rêk û rêbazê komploya navnetewî da. Fikir û felsefa Serokatî ya ku tevahî ilimdar û fîlozafa li pêy xwe hişt, pergala dijmin jî puç kir û bi alternatîfê demokratîk fikrê nû li dijî pergala dagirker diyarî mirovahi kir. Wek Promethus agir ji Nemrut dizî û diyarî mirovahiyê kir.

Bi vê komployê, hêzên nîjadperest xwestin ku dengê gelê Rojhilata Navîn a ku bi saya Rêberî bilind bûye, qut bikin û gel radest bigrin. Lê ev komplo bî lêhûrbûnên Serokatî ya li girêva Îmrali û bi berxwedaniya gelan a bêhempa vala hat derxistin. Rêbertî girêva Îmralî wek zayîna sêyemîn girt dest û di wir de ponojandinê birdozî, li hemberî dewlet di alternatîfên demokratîk de gavên nû avêt û ber bi guherandina paradîgmayê ve çû.  Niha jî bi awayê tecrîdkirina Rêbertî ya ku mînake wî heya niha nehatiye dîtin, dixwazin gelên Rojhilata Navîn bi dûrxistina fikr û ramanên Rêbertî, bê perspektif bihêlin. Ev tecrîda ku li ser Rêbertî tê meşandin bi awayekî zelal tê fêmkirin ku berdewamiya komploya 9’ê Cotmehê ye.

Bi fikrê Rêbertî piştî fermana 73’êmîn ya ku bû sedema kuştina bi hezaran gel û revandina jinên Êzidî, li axa Êzidxanê hêzên parastina cewherî ya YBŞ-YJŞ’ê hat avakirin û çeteyên DAIŞ’ê yên faşist bi berxwedaniyekê bê hempa ji axa pîroz hat derxistin. Dîsa bi felsefeya Rêbertî ya ku azadiya jinê esas digre, îro bi sedan jinên Êzidî ji bo parastina nirxê Êzidatî û tolhrakirina giştî fermanên ku li ser gelê Êzidî pêk hatiye, xwe bi çek xemilandine û li hemberî hemû hêzên dagirker şer û tekoşîna xwe dimeşînin. Bi hemû hêza xwe, li ser felseya Rêbertî ya ku dibêjê ‘azadiya jin, azadiya civakê ye’, em ê tekoşîna xwe di her qadê de berdewam bikin. Li ser vê bingehê, komploya qirêj ya 9’ê Cotmehê û tecrîda ku li ser Rêbertî tê meşandin em bi awayekî tund şermezar dikin, li hemberî vê komployê heya azadiya Rêbertî ya fîzikî misoger bikin em ê tekoşîn û berxwedaniya xwe hîn bilindtir bikin û banga di her qadê de bilindkirina tekoşîne dikin.”

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …