Bagera Cizîrê: 3 gund hatin rizgarkirin

DÊRAZORÊ– Şervanên Bagera Cizîrê li baskê Siwer 2 gund û li baskê Mergeda jî gundek ji çeteyan rizgar kirin.

Şervanên QSD’ê li sê baskên Bagera Cizîrê pêşveçûna xwe didomînin. Şervanan ji duh ve sê gundên din rizgar kirin.

Li Baskê Siwer şervanan gundê Xeriba û Husêniyê yên bakurê bajarê Siwerji çeteyan rizgar kirin.

Li Baskê Mergeda jî şervanan gundê Cenna ya li ser çemê Xabûrê ye ji çeteyan rizgar kirin.Di şerê li herdû baskan de 5 çete hatin kuştin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …