REQA – Li navenda bajarê Reqayê şer bi dijwarî berdewam dike, di encamê de 16 çete hatin kuştin.
Li taxên navenda bajarê Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer berdewam dike. Li taxên Kurdan û Bedû û derdora parka El Beyda şervanan derbeyên giran li çeteyan dan. Di şerê li van deveran de 16 çete hatin kuştin.
Di şerê li derdora parka El Beyda şervanek û li taxa Bedû de du şervan şehîd bûn. Di şerê li taxa Kurdan de jî 2 şervan birîndar bûn.
Şer li van deveran bi giranî berdewam dike.