Artêşa Tirk wekî DAIŞ`ê goristanan jî dike kavil

Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê carek din isbat kir ku ew ne nirxên manewî û ne jî baweriya her gelekî rêzdar digire. Dagirkeriyê, Goristana Şehîd Seydo ya ku gora bi sedan şehîdan hemêz dike, veguherand kavil.

 EFRÎN

Di 5`î Şibata 2018`an de artêşa Tirk a dagirker Goristana Şehîd Seydo ya gundê Kefer Sefrê yê herêma Cindirêsê kir hedef û bi temamî wêran kir. Ev bûyer, kiryarên çeteyên DAIŞ`ê yên rûxandina goristanan li herêmên Sûriyê û taybet dema êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê dikir,  tîne bîra mirovan.

Goristana Şehîd Seydo(Rûdî Hacî) di dawiya Gulana 2011`an de hate vekirin. Cenazeyê têkoşer Dêrsim Seydo yê bi navê Rûdî Hacî li goristanê hate veşartin û ji bo bîranîna wî navê wî li goristanê hate kirin.

Di dirêjahiya salên borî de beriya dagirkirinê, goristanê şehîdên YPG û YPJ`ê hemêz kir. Hejmara şehîdên ku ji bo parastina xaka xwe şehîd bûne û li goristanê hatin veşartin 183 şehîd bûn.

Di 20`ê Çileya 2018`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dest bi êrîşan li dijî Efrînê kirin. Dagirkeran tevahiya nirxên manewî û madî di hewldanekê de ji bo şikandina vîna şêniyan kirin hedef. Di 5`ê Şibata 2018`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topavêjan û tankên xwe êrîşî Goristana Şehîd Seydo kirin û bi temamî wêra kirin.

Di 10`ê Şibatê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê carek din goristanê kirin hedef û gorên şehîdan xirab kirin. Piştî dagirkirinê dîmenên ku asta wêrabûna goristanê xuya dikin hatin belavkirin.

Artêşa Tirk a dagirker bi van kiriyarên xwe, ket refa artêşên ku ne nirxên manewî û ne jî baweriya gelan rêzdar digirin. Ne tenê li Efrînê lê li Bakur Kuridtanê jî, artêşa Tirk a dagirker girostanên şehîdan wêran kirin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …