‘Dijmin her kes kir hedef, lê berxwedan jî erka hemûyan bû’

Dema êrîş bi ser gundê Elî Nûrî Mihemed de hat, hema çek rakir û tev li Berxwedana Serdemê ya 58 rojan bû. li rex şervanan bi vîneke xurt li ber xwe da. Tevî ku kêm kes bûn, lê li hember bi sedan leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer kir.

Şêniyên Efrînê navên xwe di ’Berxwedana Serdemê’ de bi fedekarî û vîna xwe ya xurt nivîsandin. Zarok, jin, kal û pîr û ciwan ji tevahiya pêkhateyan di dirêjahiya salan de hevgirtina xwe ava kir û li hember komploya navdewletî ya li dijî herêmê li ber xwe da. Bi vê yekê bersiva guncaw ji êrîşan re diyar kirin.

Elî Nûrî Mihemed 26 salî ye û ji şêniyên gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê ye. Gundê Elî yek ji gundên herî zêde li gel bikaranîna çekên giran û hovanetirîn êrîşan li ber xwe daye. Di rojên destpêkê de Mihemed mîna hemûyan rewş dişopand û karê xwe dikir.

Di roja sêyemîn a Berxwedana Serdemê anku 22`yê Çileya 2018`an de, dema êrîş nêzî gundê wî dibe, Elî Nûrî Mihemed çeka xwe radike û wek şervanekî şoreşger cihê xwe di berxwedanê de digire. Elî Nûrî Mihemed wiha behsa wan rojan dike: “Wê demê sivîl li her derê li Efrînê dibûn hedefa topbaranan. Ji ber wê ji erka her kesî bû ku li rex şervanan bisekine û ev tişt min di xwe de dît. Çawa topbaranê hemû dikirin hedef, berxwedan jî ji erka gel bû.”

Pûçkirina êrîşên dijmin

Mihemed di vegotina berxwedana ku li gund hatiye nîşandan de, destnîşan kir ku wî tevî hejmareke şervanan di nuqteyekê de li gund cih digirt. Artêşa Tirk a dagirker di 20 rojan de zêdetirî 4 caran bi balafirên xwe û çekên giran êrîşî gund dikir, lê êrîşên dagirkeriyê têk çûn.

Girêdayî detayên êrîş û berxwedana wan di eniya li gund de Mihemed diyar kir ku di 23`yê Çileyê de di saetên dereng ên şevê de û heta roj hilat, artêşa Tirk a dagirker gund kirin hedef. Nêzî 60 çeteyan bi awayekî hovane êrîşî gund kir û derdora 4 saetan li gund man.

Rêbazên hovane û qirêjî der heqê sivîlan de bi kar anîn

Mihemed di berdewama vegotina bûyerên wê demê de destnîşan kir ku piştî berxwedaneke bêhempa ya şervanan, karîn gund ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin û di sibeha 24`ê Çileyê de ji nû ve vedigerin gund. Mihemed wiha dewam kir: “Çeteyên artêşa Tirk a dagirker tenê 4 saet di nav gund de man. Lê ew têrê kir ku şêniyan bitirsînin û gefan li wan bixwin. Çeteyan bê ser û ber gule berdan. Ji ber ku nedikarîn sewal û zêta zeytûnê ji şêniyan bidizin, sewal kuştin û malên gundiyan şewitandin.”

Li gorî vegotina Elî Nûrî Mihemed artêşa Tirk a dagirker careke din 1`ê Sibatê êrîşî gund dike. Vê carê zêdetirî 100 çete bûn, lê ew li ber berxwedana şervana têk çûn. Şervanan jî erebeyeke bi doçka bi dest xist. Cara sêyem jî di 5`ê Sibatê de bû. Wê demê şer 7 saetan dom kir, lê dîsa jî nekarin derbasî gund bibin. Di wî şerî de gelek windahiyên wan çêbûn. Elî teqez kir ku çeteyan li hember berxwedana şervanan çek û cebilxaneyên xwe li pey xwe hiştin da ku bi lez birevin.

‘Em çend şervan bûn, bi balafiran êrîşî me kirin’

Mihemed anî ziman ku di êrîşa çaran de di 10`ê Sibatê de ew tenê çend şervan bûn, wê demê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafirên şer êrîşî wan kiriye. Mihemed destnîşan kir ku nêzî 400 çete ji gelek aliyan ve êrîşî gund kirine, ji ber wê neçar mane ji gund ber bi gundên paş ve vekişin.

Elî Nûrî Mihemed di berdewama vegotinê de diyar kir ku ew li rex şervanan di dirêjahiya rojên Berxwedana Serdemê de sekiniye û rolek di gelek gundên girêdayî navçeya Bilbilê de lîstiye. Mihemed bi lêv kir ku wijdan û giyanê wî yê welatparêziyê nehişt ku rojekê li xwe bifikire lê belê morala bilind û hêz ji şervanên di eniyên şer de digirt. Mihemed got ew bû şahidê lawaziya Tirkiyê li hember vîna wan a xurt.

‘Em ê Efrînê rizgar bikin’

Bi vê giyanê şoreşgerî Elî Nûrî Mihemed îro li kantona Şehbayê li rex şêniyên Efrînê li ber xwe dide. Her wiha got ew amade ye tev li rizgarkirina Efrînê bibe û ew ê li hember êrîşkaran û siyasetên wan berdêlên giran bidin, lê ew ê serê xwe netewînin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …