Artêşa Tirk vê carê gundên Kobanê topbaran dike

KOBANÊ – Artêşa Tirk a dagirker careke din gundê Zormixarê yê rojavayî bajarê Kobanê topbaran dike.

Çavkaniyên leşkerî ji YPG`ê raghandin ku artêşa Tirk a dagirker careke din gundê Zormixarê yê rojavayî  bajarê Kobanê ku li ser çemê Firatê ye bi tangan topbaran dike.

Di gund de gelek sivîl têde dijîn.

Topbaran heta niha dewam dike.

Beriya niha bi çend rojan, artêşa Tirk a dagiker gundê Zormixarê topbaran kiribû.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …