EFRÎN – Balafirên Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Bilbilê bombebaran dikin.
Nûçegihanên me ji herêm ragihandin ku balafirên Artêşa Tirk a dagirker dest bi bombebarana gundên navçeya Bilbilê yê Kantona Efrînê kirin.
Her wiha Artêşa dagirker û çeteyên wê navenda navçeya Meydankê ya Efrînê û gundê Um Hoş ê girêdayî Kantona Şahbayê topbaran dikin.
Bombebaran û topbarana li ser van herêman didome.